Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pence, Erebistana Saudî Ser Azadîyên Olî Rexne Dike


Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence, Erebistana Saudî ser azadîyên olî rexne kir.

Pence bang li Erebistana Saudî kir ku nivîskarê blogê Raîf Bedevî, ku li wî welatî girtî ye, berde.

Di axaftina li Wezareta Derve de, Pence da zanîn ku Erître, Morîtanya, Pakistan û Erebistana Suadî bo azadîyên olî di rêkên şaş de û dîyar kir divê ew welat girtîyên jiber nebûna azadîya olî hatine girtin, werin berdan.

Raif Bedevî, danerê malpera bi navê ‘’Lîberalên Azad yên Saudî’’ di sala 2014’an de jiber ‘’tinaz û rikeberîya dijî Îslamê’’ 10 sala cezaya girtîgehê sitandibû.

XS
SM
MD
LG