Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pence: Trump ji Erdogan Xwest ku li Sûrîyê Agirbesteke Demûdest Ragihîne


Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence, piştî dîyarbûna hin toleyên dijî Tirkîyê li Qesira Sipî ji rojnamevanan re axifî.

Pence da zanîn ku Serok Donald Trump bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re axifîye û ji wî xwestiye ku li Sûrîyê demûdest agirbestê ragihîne.

‘’Amerîka dagikerîya Tirkîyê ya li Sûrîyê hîn zêde nikare tehmûl bike. Em bang li Tirkîyê dikin ku raweste û were ser maseya dîyalogê’’ Pence got.

Wî bi berdewamî dîyar kir ku Amerîka rê li ber Tirkîyê venekiriye ku ew Sûrîyê dagir bike û da zanîn ku Trump bi awayekî pir sert bi Erdogan re axifîye.

Cîgirê Serokê Amerîka da zanîn ku bo operasyona dijî rojhilata bakurê Sûrîyê raweste ew dê here Tirkîyê û hin hevdîtinan bike.

XS
SM
MD
LG