Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pence: Divê Serok Trump Çar Salên Din li Qesira Sipî Bimîne


Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence di roja sêyê ya Kongreya Neteweyî ya Komarîyan de, berbijarîya cîgirîya serok ya bo hilbijartinên seroktîyê yên 3’yê Mijdarê pejirand.

Mike Pence di axaftina xwe de ser şewba vîrusa korona, sîyaseta li Rojhilata Navîn, têkoşîna dijî terorê peyivî û berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden rexne kir.

Pence dîyar kir ku ger Joe Biden bo seroktîyê were hilbijartin ewê ‘’berê welêt bide sosyalîzmê û bi paşve bibe’’, û da zanîn ku ‘’ewê li welêt qanûn pûç bibin û tundûtûjî jî du qat zêde bibe.’’

Cîgirê Serok Mike Pence, dîyar kir ku Serok Donald Trump sozên xwe bi cîh anîne û got ku ‘’Serok Donald Trump her roj bo we şer dike, niha dora me ye ku em bo wî şer bikin.’’

Wî da zanîn ku bo ew berevanîya ‘’serketinên aborî’’ bikin divê Trump jinûve were hilbijartin û got ku pêdivîya Amerîka bi Trump heye ku ew çar salên din li Qesira Sipî bimîne.

Mike Pence dîyar kir ku wan dijî ‘’terorîstên tundrê yên Îslamî’’ şer kiriye û bi bîr xist ku hêzên Amerîkî hemî axa di destê Dewleta Îslamî (DAIŞ) de ji kontrola wê derxistiye.

Pence da zanîn ku wan rêberê DAIŞ’ê Ebubekir El Bexdadî û Generalê Îranê Qasim Silêmanî kuştine û got ku Joe Biden Joe Biden, Serok Trump ser kuştina wan her duyan rexne kiriye û dîyar kir Joe Biden dema kuştina Usama Bîn Ladîn jî dijî wê operasyonê bûye.

Cîgirê Serok Mike Pence da zanîn ku Trump sozên xwe yên bo aborîyê bi cîh anîne û got ku wan di sê salên xwe yên pêşî de aborîya herî mezin ya cîhanê ava kiriye û Amerîka jinûve pêşde biriye.

Pence di dewama axaftina xwe de ser şewba vîrusa korona peyivî.

Wî dîyar kir ku Serok Trump hemî rêwîtîyên ji Çînê rawestandine û bi wê biryarê re jimareke pir ya Amerîkîyan ji nexweşîya vîrusa korona filitîne.

Mike Pence got ku ew her roj 800,000 testên vîrusa korona dikin û wan 100,000 cîhazên danûstandina bêhnê çêkirine û nehiştine ku kesên pêdivîyên wan bi wan cîhazan heye jê bimînin.

Pence ser protestoyan jî got ku ew û Serok Trump piştgirîya mafên bo protestoyên aştîyane dikin û dîyar kir ku ‘’serhildan, talan ne protestoyên aştîyane ne û hilweşandina peykeran ne azadî ye’’

Wî dîyar kir ku divê tundûtûjîyên li Minneapolis, Portland û Kenosha rawestin û da zanîn ku ewê li kolanên Amerîkî li gor qanûnan tevbigerin.

Piştî Mike Pence axaftina xwe temam kir, Serok Trump û Xanima Yekê Melania Trump, Mike Pence û Karen Pence pîroz kirin.

Di şeva sêyê Kongreya Neteweyî ya Komarîyan de, bûka Serok Trump, Lara Trump, Karen Pence, şêwirmenda Trump, Kellyanne Conway jî di nav de jimareke Komarîyan li kursîyê axifîn.

XS
SM
MD
LG