Li gorî lêlolîneke nû, nîvê kesên ji nexweşîya Penceşêrê rizgar bûne, ji ber nexweşîyên din dimirin.
Lêkorelên zanîngeha Virginia Commonwealth didin zanîn ku nexweşên Penceşêra sîngê dirêjtir dijîn ji berî deh salan. Ji ber vê yekê pêwîst e dezgehên saxlemîyê bêtir hay ji saxlemîya van nexweşan bi giştî hebe, ne tenê Penceşêr.
Lêkolîna ku 1807 nexweşên Penceşêrê têde beşdar bûn, diyar dike ku 776 ji wan di dema lêkolînê de mirin. Sedema mirinê jî nexweşîyên cuha bûn wek Zexta xwînê, nexweşîya Dil û nexweşîya Şekir.
Dr. Yi Ning ku lêkolîna zanîngehê bi rêve bir, dibêje, piranîya nexweşên ji Penceşêrê rizgar dibin, guh nadin nexweşîyên din û ji ber vê yekê jî gelek xelk bi egera nexweşîyên din dimirin.