Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon Agahiyên Dawî yên Êrîşa Dijî Hikûmeta Sûriyê Dide


Wezareta berevaniya Amerîka Pentagon îro Şemiyê do konferanseka rojnamevanî de agahiyên dawî yên êrîşa dijî hikûmeta Sûriyê ragihandin.

Pevdara Pentagon Dana White di konfransekaa hevbeş de li gel rêvebirê serkirdayetiya hevbeş Kenneth McKenzie, got:

“Me şeva borî peyameka zelal ji Esed re şand û em bi hêvî ne ku wî bihîstibe.”

Wê her wiha got wan di vê êrîşê de bi bawerî şiyanên kîmawî yên hikûmeta Sûriyê pûç kirin.

Rêvebirê serkirdayetiya hevbeş Kenneth McKenzie got êrîşan bi awakî serkeftî li armancê destnîşankirî xistin û firokên şer bê ziyan vegeriyan bingehên xwe.

Tê zanîn êrîşê sê bingehên çekên kîmawî yê hikûmeta Sûriyê kirin armanc, Navenda Berze ya Lêkolîn û Vewejandinê li nêzîkî Dîmeşqa paytext, bingeha enbarkirina çekên kîmawî li nêzîkî Homsê û her wiha bingeheka komandarî û enbarkirina çekên kîmawî li nêzîkî Homsê.

Pentagon dibêje armanca wan ne rûxandina rêjîma Beşar el-Esed e li Sûriyê.

XS
SM
MD
LG