Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon ji Koşka Spî Dixwaze Siyaset û Leşkeriyê Tevlîhev Neke


Wezîrê Berevaniyê bi wikalet Pat Shanahan

Wezareta Berevaniya Amerîka Penragon ji Koşka Spî re got leşkeran dûrî siyasetê bixe, piştî kesekî ji Koşka Spî ferman dabû hêzên deryayî ku gemiya şer USS John S. McCain ji ber çavan dûr xe dema serok Donald Trump serdana Japonê kir.

Joe Buccino, peyvdarê wezîrê berevaniyê bi wikalet îro Yekşemê got:

“Roja Înê wezîr Pat Shanahan ji serokerkanê xwe re got ku li gel Koşka Spî biaxive û dupat bike ku wezareta berevaniyê tevlî siyasetê nabe.

Shanahan li ser riya Seoulê ji peyamnêran re got ku rê nîne leşker tevlî siyasetê bin û ew van tiştan bi awakî rijd dibin û wê nivîsîngeha wî pê re serederiyê bike.

Fermana veşartina gemiya şer USS John S. McCain ji Trump ji aliyê rojnameya Wall Street Journal ve hatibû ragihandin.

Shanahan roja Yekşemê piştrast kir ku berpirsê Koşka Spî ferman dabû gemiya şer, lê wî got ferman nehate cîbicîkirin.

XS
SM
MD
LG