Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: Di Bingehên Me yên li Îraqê Bûn Armanca Mûşekên Îranê


Wezareta Berevanî ya Amerîka bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku ji hindurê Îranê pirtir ji 10 mûşekên balîstîk ji du bingehên Amerîkî yên li Îraqê hatine avêtin.

Pentagonê da zanîn ku yek ji bingehên armanckirî bingeha Al Esad e ku li rojavayê Îraqê cîh digire.

Qesira Sipî jî bi daxuyanêyekê ragihand ku ew ji êrîşên ser bingeh û xalên Amerîkî yên li Îraqê agahdar e û Serok Trump rewşa heyî ji nêzve dişopîne.

XS
SM
MD
LG