Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: Armanca li Sûrîye û Îraqê Neguherîye


Ryan Dillon li Bexda (arşîv)
Ryan Dillon li Bexda (arşîv)

Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) bi brîfînga rojane de ser têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) ya li Îraq û Sûrîyê agahî dan.

Berdevkê Hêzên Koalîsyonê yên Dijî DAIŞ’ê Ryan Dillon bi telekonferansê beşdarî civînê bû û pirs bersîvandin.

Di serê civînê de karbidestekî Pentagonê dîyar kir ku siyaseta Amerîka ya li herêmê neguherîye.

‘’Wek hûn dizanin armanca me neguherîye. Em wek koalîsyon dixwazin DAIŞ’ê bi temamî ji holê rakin. Bo vê armancê, em hevkarîya bi hevalbendên xwe re didomînin’’ karbidestê Pentagonê got.

Dillon da zanîn ku ew hêzên hevkarên xwe yên li Îraq û Sûrîyê xurt dikin û bi bîr xist ku DAIŞ hîn jî li sînorê Sûrîye û Îraqê bi hêz e.

Berdevkê Hêzên Koalîsyona Dijî DAIŞ’ê dîyar kir ku ew bo têkoşîna dijî rêxistina tundrê hewcedarê pirtir hêz in, lê hejmara leşkerên pêwîst ne zelal e.

XS
SM
MD
LG