Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon Dîyar Dike ku Ewê Piştgirîya jibo HSD'ê Bidomîne


Fermandarên HSDê li daxuyaniyekê
Fermandarên HSDê li daxuyaniyekê

Berdevkê Wezareta Berevanîya Amerîka (Pentagon) Adrian Rankine Galloway, da zanîn ku di têkoşîna li dijî DAIŞê de ewê piştgirîya jibo Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bidomînin.

Galloway di hevpeyvîna bi kanala El-Hurra de dîyar ku sîyaseta wan ya piştgirîyê dide HSDê neguherîye.

''Ji xêncî alîkarîya bi êrîşên esmanî, di operasyonên bejayî de em pêşnîyazan jibo fermandarên HSD'ê digehînin,'' Galloway got.

Berdevkê Petangon'ê bi berdewamî eşkere kir ku jibo Reqa rizgar bibe, ew hem bi hikûmet û hem jî bi leşkerîya dewletên NATO re hevkarîyê dikin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Şêwirmendê Fermandariya Giştî yê HSD'ê Nasir Hecî Mansur, di hevpeyvînekê bi pişka Kurdî ya Dengê Amerîka gotibû ku piştgirîya rêvebirîya Donald Trump bi HSD'ê re di zêdebûnê de ye.

XS
SM
MD
LG