Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: Me Leşkerên Xwe ji Herêma Operasyona Gumankirî Vekişandin


Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) piştrast kir ku wan leşkerên Amerîkî ji herêma operasyona gumankirî ya li Sûrîyê vekişandine.

Berdevikê Pentagonê Jonathan Hoffman bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku wan jiber ewlekerîyê cîhê leşkerên xwe guherandiye.

Hoffman da zanîn ku Serok Donald Trump di rojên dawî de bi Wezîrê Berevanî Mark Esper û Sererkanê Amerîka Mark Milley ser rewşa Sûrîyê û operasyona gumankirî ya Tirkîyê danûstanidin kiriye.

Wî dîyar kir ku li gor Pentagonê, ji bakurê Sûrîyê re rîya herî baş herêma ewle ye û got ku ‘’Mixabin, Tirkîyê xwest ku bi awayekî yekalî tevbigere’’

Berdevikê Pentagonê da zanîn ku wan hejmara leşkerên Amerîkî yên li Sûrîyê neguherandiye.

Trump di daxuyanîya xwe ya dawî de gotibû ku her çiqas ew di peyvajoya derketina ji Sûrîyê de bin jî wan Kurd bi tenê nehiştine.

Serokê Amerîka herwiha dîyar kiribû ku Tirkîye hevalbendeke wan ya girîng e.

XS
SM
MD
LG