Leşkerîya Amerîka ragihand ku fermandarekî payabilind yê El Qaydê li Sûrîyê, di encama êrîşeke dronî de hate kuştin.
Ebu el-Farac el-Misrî, qumandarê Cebhet Fetah el-Şam ku berê navê wê Cebhet el-Nusra bû, li bakurê rojavayê Îdlibê hate kuştin, dema otomobîla wî bû armanca firokên bêmirov yên Amerîkî.
Berdevkê Pentagonê Peter Cook got, qumandarê kuşîtî hemwelatîyê Misirê ye û peywendîya wî ligel Usama bîn Ladîn û Ayman el-Zawahri hebû.
Cook bi berdewamî got ku eger were piştrast kirin, kuştina el-Misrî wê danûstandin û ragihandina navbera rêberên El Qaydê wê dijwartir bike.