Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: Em bi Tirkîyê û HSD'ê re di Nav Peywendîya Berdewam de Ne


Wezareta Berevanî ya Amerîka ragihand ku jibo aramkirina rewşa bakurê Sûrîyê, ew ligel Tirkîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) di pêwendiyên berdewam de ne.

Berdevikê Pentagonê Sean Robertson ragihand ku ew ji daxuyanîyên Tirkiyê yên derbarê operasyonên li ser bakurê rojhilata Sûrîyê agahdar in.

“Bo aramkirina rewşê, em bi Tirkiyê û HSD’ê re, di peywendîyeke berdewam in. Em bang li hemî aktorên li qadê dikin ku divê bala wan li ser têkbirin DAIŞ’ê be ku hîn jî wek gefeke kujer dimîne.”

Robertson da zanîn ku ew xemên Tirkîyê yên ser ewlehîya tixubên wê fem dikin, lê Tirkîyê wek beşeke ji koalîsyona navnetewî, divê li ser têkbirina DAIŞ’ê bisekine.

Bi alîyekî din ve, Wezareta Derve ya Fransî jî li ser hesaba xwe ya Twitterê ragihand ku ew ji êrîşên Tirkîyê yên ser bakurê rojhilata Sûrîyê, ku ji destê DAIŞ'ê hatibûn rizgarkirin, xembar in.

“Kêşeya Sûrî bi rêya leşkerî çareser nabe. Aramîya mayînde tenê bi çareserîyeke sîyasî ya di çarçoveya cîhanîna biryara Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî ya jimare 2254 pêkan e,” daxuyanîya Fransî got.

XS
SM
MD
LG