Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon Şandina Çekên Giran ji HSD'ê re Piştrast Dike


Wezareta Berevanî ya Amerîka îro Sêşemê piştrast kir ku Amerîka cara yekê ye wesayîtên zirxîn dide koalîsyona ku hember DAIŞ'ê şer dikin.

Her çiqas ew alîkarî di dema rêvebirîya Donald Trump de pêk hatibe jî, qanûna vê alîkarîyê di dema seroktîya Barack Obama hatibû pejirandin.

''Jibo ku em hevkarên me yên Ereb xwe ji êrîşên DAIŞ'ê yên bi wesayîtên bombebarkirî biparêzin, bi desthilata ku ji me re hate dayîn, me cîpên zirxîn dane wan'' berdevkê hêzên leşkerî yên Amerîka John Dorrian ji AFP'ê re got.

''Fermandarên me biryara vê alîkarîyê dan û niha xebat dewam dikin.'' Dorrian bi berdewamî got.

Berdevkê HSD’ê Telal Silo îro gotibû ku piştî Donald Trump dest bi seroktî kir, piştgirîya Amerîkî ya ji wan re pirtir bû.

Silo dabû zanîn ku wesatîyên zîrxîn û otomobîlên mirovhilgir berî çar, pênc rojan giheştin destê wan.

“Tevî ku hejmara wan hindik be jî, îsbat e ku piştgierîyeke nû ji me re heye. Berê alîkarîyên vî rengî ji me re nedihatin, çekên sivik û cebilxane ji me re dihatin,” Silo bi berdewamî gotibû.

XS
SM
MD
LG