Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon Îdiayên Ser Êrîşên Dijî Navendên Leşkerî yên Sûrîyê Red Dike


Ajansa fermî ya Sûrîyê, SANA ragihand ku hêzên koalîsyonê yên bi pêşengîya Amerîka serê sibê êrîş biriye ser navendên leşkerî yên li ser rojhilata Sûrîyê.

Jêdereke leşkerî ji SANA re dîyar kir ku firokên koalîsyona bi pêşengîya Amerîka navendên leşkerî yên di navbera Elbu Kemal û Hmeimeh bombe kirine.

Berpirsê leşkerî da zanîn ku di êrîşan de kesî jîyana xwe ji dest nedaye, zarara madî çêbûye.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka îdiayên ser êrîşê red kirin. Berdevkê Pentagonê Adrian Rankine-Galloway di destê me de ti agahîyeke ku van nûçeyan piştrast dikin tune ye.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî da zanîn ku bi muşekên Amerîkî, li rojhilata Çemê Firatê dijî DAIŞ’ê êrîş hatine li dar xistin.

XS
SM
MD
LG