Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporeke Pentagonê Dîyar Dike ku Operasyona Tirkîyê ya Dijî Bakurê Sûrîyê Kêrî DAIŞ'ê Hatiye


Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) bi raporekê ragihand ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) bi vekişîna Amerîka ji bakurê Sûrîyê û operasyona Tirkîyê ya dijî wê herêmê, jinûve dest bi rêxistinbûnê kiriye.

Di raporê de tê gotin ku DAIŞ ‘’dibe ku bo êrîşên dijî welatên rojava hazirîyê dike’’

Piştî ku Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kiribû ku ewê ji herêmê vekişin, Tirkîye û serhildayên Sûrî yên bi piştgirîya wê di 9’ê Cotmehê de dijî bakurê Sûrîyê dest bi operasyonê kiribûn.

Trump piştre gotibû ku hin leşkerên Amerîkî dê bo parastina qadên petrolê li Sûrîyê bimînin.

Li gor rapora Pentagonê, DAIŞ’ê vekişîna Amerîka û operayona Tirkîyê bo xurtkirina kapasîteya êrîşan bikar anîye.

Rapor dibêje ku dibe ku DAIŞ’ê bo xwe bigêhîne 19 komên girêdayî wê dem û qad bi dest xistine.

Rêberê DAIŞ’ê Ebubekir El Bexdadî di 26’ê Cotmehê de hatibû kuştin.

Ew rapor dide zanîn ku kuştina Bexdadî dibe ku li ser jinûve gurbûna DAIŞ’ê bandorê çêneke.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG