Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: Peywendîyên Me û Tirkîyê Qut Nebûne


arşîv

Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) ragihand ku tevî ku girjîya di navbera Washington û Enqerê de gur bûye jî peywendîyên wan yên leşkerî qut nebûne.

Berdevkê Pentagonê Rob Manning ser pirseke derbarê peywendîyên Washington û Enqerê yên van rojên dawî got ku ‘’Peywendîyên me û Tirkîyê bi ti awayî qut nebûne’’

Amerîka, jiber azadnebûna Qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson, ku ji Cotmeha 2016’an vir ve li Tirkîyê girtî ye, dijî du wezîrên Tirk tole ragihandibûn û baca bo alumînyum û polo jî zêde kiribû.

Serokê Amerîka Donald Trump bernivîsa ku têde radestkirina firokên cengê yên F-35 bo Tirkîyê bi awayekî demkî radiwestand îmza kiribû.

Pentagon dê di 90 roj de derbarê peywendîyên Amerîka û Tirkîyê raporekê hazir bike û Amerîka bo radestkirina firokan dê li gor raporê tevbigere.

XS
SM
MD
LG