Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon Dibêje jibo Venezuela Ti Amadekarîya Leşkerî Tuneye


FILE - An aerial view of the Pentagon building in Washington, June 15, 2005.
FILE - An aerial view of the Pentagon building in Washington, June 15, 2005.

Pentagonê îro ragihand ku amadekarîyeke wê ya rastxwe bo Venezuela tuneye, di vê rojê de ku Wezîrê Derve Mike Pompeo gotibû ku ew hizira maytekirina leşkerî wî welatî bikin.

Cîgira Wezîrê Berevanî ya Amerîka Kathryn Wheelbarger ji Kongresê re got ku jibo kiryareke leşkerî ti ferman nehatiye dayîn û divê girîngî ser dîplomasî be.

Wek bersîva pirsekê ku Pentagon xwe bo şerekî amade dike, Wheelbarger got ku ew hemî bijarîyên heyî ji pêç çavan derbaz dikin.

“Lê, derbarê mijara Venezuela ji me re ti ferman nehatine dayîn, Wheelbarger ji Komîteya Xizmetên Çekdarî ya Civata Nûneran re got.

XS
SM
MD
LG