Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê Peqînan Bexda Hejand Û 6 Kes Tên Kuştin Û 15 Birîndar


Çavkaniyên ewlekarî û saxlemîyê ji paytext Bexda ragihndin û dan zanîn ku roja Sêşemê ji encama 3 peqînên cûda li taxên Bexda 6 kes hatine kuştin û 15 kes jî birîndar bûne.

Çavkanî didin zanîn ku peqînek li taxê al-Şaab li bakurê Bexda rû daye 3 kes hatine kuştin û 5 kes birîndar bûne.

Çavkanî dîsan dibêjin, ji encama peqîna motorsiklekê li taxê Baya'i li başûrê rojavayê Bexda 2 kes hatine kuştin û 6 kes jî birîndar bûne.

Li taxê Şaredarîyên Rojhilatê (Baladîyat al Şarqîyah) li paytext Bexda dîsan bombeke destkar ya sade teqî, bû sedema kuştina kesekî û birîndar bûna 4 kesan.

XS
SM
MD
LG