Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîneke li Xwaringehekê 12 Kes li Mogadîşu Hatine Kuştin


Di encama peqîneke dervayê xwaringehekê de herî kêm 12 kes li Mogadîşu ya paytexta Somalî hatine kuştin, pirtir ji 20 kesên din jî birîndar bûn.

Dîdevanan jiu VOA re got ku peqîn li dervayê xwaringeha bilsan ya li kolana Maka Al-Mukarama qewimî ku cadeya herî şenîbar ya Mogadîşu ye.

Di encama peqînê de banîyê xwaringehê hilweşîya û ket serê kesên nav restoranê û bû sedema kuştin û birîndarkirina wan.

Karbidestên saxlemî ragihand ku kesên birîndar li jimareke nexweşxaneya têne derman kirin.

XS
SM
MD
LG