Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tevî Agirbesta Nû Peqîneke Mezin li Şamê Qewimî


Di encama peqînekê li nêzîkî parkeke zarokan de, tê ragihandin gelek kes li Şam a paytaxta Sûrîyê hatine kuştin.

Bizavkarên hevrik û ajansên nûçevanîyê radigihînin ku bombe li taxa Daf Shawk peqî. Hurgilîyên ser bûyerê demûdest dîyar nebûn, lê tê ragihandin ku bombe li ber mizgeftekê hate peqandin.

Îro Înîyê roja yekê ya agirbesta navbera hêzên hikûmetê û yên serhilda ye ku li ser xatirê Eyda Qurbanê hatibû bicîh anîn. Lê, tundûtûjî û kuştin îro jî li wî welatî berdewam dibe.
XS
SM
MD
LG