Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Enqerê li ber Balyozxaneya Amerîka Peqîna Xwekujî Qewimî


Li Paytaxta Tirkîyê, Enqerê li ber balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), îro Înîyê peqîneke bihêz pêk hat.

Li gor agahîyên pêşî 2 kesan canê xwe ji dest daye ku yek ji wan karmendekî balyozxaneyê ye û kesê din jî êrîşkarê xwekuj e.

Peqîn li ber derîyê 2’yan yê balyozxaneyê li demjimêr dora 13.00 rû daye ku ew derî jibo karmendên balyozxaneyê û mêvanan dihat bikar anîn.

Karbidestên Tirk radigihînin ku piştî peqînê 10 pisporên hawarçûnê şandine cîhê bûyerê ku hem karmendên Tirkîyê, hem jî yên Amerîkî jî li wir vêkolînên xwe didomînin.

Tê ragihandin ku piştî peqînê hemî karmendên balyozxaneyê jibo cîhekî ewle hatin veguhestin.

Piştî peqînê, Walîyê Enqerê Alaattîn Yuksel, Midurê Giştî yê Ewlekarîya Tirkîyê Kadir Mehmet Kiliçlar û Midûrê Emnîyeta Enqerê Kadîr Ay li cîhê bûyerê vêkolîn pêk anîn.

Walîyê Enqerê Alattîn Yuksel, piştrast kir ku êrîşeke xwekujî li ber balyozxaneya Amerîka rû daye û di encamê de, 2 kesan jîyana xwe ji dest daye ku yek jê karmendekî Amerîkî ye yê din jî êrîşkar e.

Yuksel dîyar dike ku jineke 40 salî jî bi giranî birîndar bûye.

Balyozê Amerîka li Enqerê Francis J.Riccardione jî piştî peqînê xemgînîya xwe dîyar kir û da xuya kirin, wê derheqê rûdanê de hevkarîya wan bi karbidestên Tirkîyê re berdewam bike.

Birêz Riccardione piştrast dike ku ev peqîneke xwekuj e û dibêje, "Li ber balyozxaneya Dewletên Yekbûyî Amerîka peqînek rû daye. Em jiber midaxelaya lezgîn ya emnîyeta Tirkîyê spasîya xwe dikin. Ger agahîyên berfirehtir werin emê bi were parve bikin."

Cîhê ku pêqîn çêbûye li ser kolana Parîs ya Enqerê ye ku tedbîrên taybet yên ewlekarîyê lê dihate kirin.

Karbidestên balyozxaneyê berîya vê peqînê amadekarî dikirin ku cihê balyozxaneyê veguhêzin cihekî din li Enqerê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG