Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqînên li Îraqê de Herî Kêm 18 Kes Hatine Kuştin


Dîmenek ji bajarê Kerkukê piştî peqîna îro
Çend otomobîlên bombekirî îro nêzîkî mizgeftên Şîa li seranserî Îraqê peqîn ku bûne egera kuştina bi kêmî ve 18 kesan û birîndarkirina pitir ji 100 kesên din.

Ev peqîn li demekê qewmîn ku tundûtujîyên tîreyî berî hilbijartinên parêzgehan li Îraqê zêde bûne. Li ber e ev hilbijartin li meha Nîsanê bêne kirin.

Peqîn li çend taxên Bexda û bajarê Kerkuk li bakur qewimîn. Heta niha ti kes berpirsîya peqînê bi stûyê xwe ve negirtîye.

Hikûmeta Îraqê hilbijartinên xwecihî du parêzgehan, li Anbar û Nînevah heta şeş mehên din paş êxistin, jiber gefên parastinê ku li karmend û berbijarên hilbijartinan têne kirin.

Hilbijartin li parêzgehên din yên Îraqê biryar e ku li 20 meha çar Nîsanê bêne kirin.
XS
SM
MD
LG