Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Çend Peqînan de Dehan Kes li Îraqê Hatine Kuştin


Karbidestên Îraqî dibêjin, di encama rêzepeqînan de, herî kêm 16 kes îro Pêncşemê Ii wî welatî hatine kuştin.

Piranîya peqînan li paytaxt Bexda qewimî, di vê demê de ku tundîya mezhebî li Îrqê zêde dibe.

Li Bexda û dora wê 6 peqîn hatin ragihandin ku bi kêmî ve 13 kes di encamê de canê xwe dan û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Heta niha ti kes berpirsîya êrîşên ku hem li taxên Sunnîyan, hem jî li ya Şîayan qewimîne, bi ser xwe ve negirtîye.

Di peqîneke din de, 3 polîs di encama êrîşeke xwekujî de li Musilê hatine kuştin.
XS
SM
MD
LG