Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bangladeş Peqîna li New Yorkê Şermezar Dike


Balyozxaneya Bangledaşê ya li Amerîka bi daxuyanîyeke nivîskî peqîna li New Yorkê şermezar kir.

Rêvebirê Polîsên New Yorkê, James O’Neill ragihandibû ku bergumanê peqînê Akayed Ullah yê 27 salî ye û ew ji Bangladeşê ye.

Balyozxaneya Bangladeşê dîyar kir ku ew bi ti awayî bo kiryarên terorê xweşbînîyan nakin û ew tevî bûyera li New Yorkê, hemî kiryarên teror û tundûtûjîyê yên li cîhanê şermezar dikin.

‘’Terorîst bêyî dîn û neteweya xwe terorîst e û divê wî/wê radestî dadê bikin’’ di daxuyanî de hat gotin.

Akayed Ullah alaveke bi teknolojîyeke sivik li bedena xwe pêçandibû û piştî xwe peqand, xwe birîndar kir û hin derên bedena wî şewitîn.

Karbidestên saxlemîyê dîyar kiribû ku bi peqînê sê kesên din jî birîndar bûne, lê rewşa wan ne xeter e.

XS
SM
MD
LG