Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Nêzî Balyozxaneya Amerîka ya li Kabulê Peqînek Pêk Hat


Li nêzî cîhê êrîşê
Li nêzî cîhê êrîşê

Reuters’ê îro Sêşemê ragihand ku li nêzî balyozxaneya Amerîka ya li Kabul ya payxtaxta Afganistanê peqînek pêk hat.

Li gor agahîyên karbidestên Afgan dane, di peqînê de bi kêmî ve 5 kes hatin kuştin û 9 kesên din jî birîndar bûn.

Rêvebirekî Wezareta Karên Navxweyî yên Afganistanê dîyar kir ku peqîn li nêzî bankayekê pêk hatîye û di wê kêlîyê de, bi dehan kes jibo mûçeyên xwe yên berî Cejna Qurbanê bikşînin di rêzê de bûne.

Berpirsîya peqînê hîn ti rêxistin negirtîye ser xwe, lê demek berî niha Talîbanê gotibû ku ‘’Ger Amerîka hêzên xwe venekişîne, ewê Afganistan ji leşkerên wê re bibe goristaneke nû.’’

Serokê Amerîka Donald Trump, hefteya borî stratejîya nû ya li Afganistanê eşkere kiribû û dîyar kiribû ewê rê li ber rêxistina tundrê bigirin ku wî welatî nexe bin desthilata xwe.

Ji serê 2017’an ve tevî ya îro 12 êrîşên mezin li Kabulê pêk hatin. Di van êrîşan de heta niha bi sedan kes hatin kuştin û bi sedan kesên din jî birîndar bûn.

Di êrîşeke meha Gulanê de, ku li herêma nûnertîyên dîplomatîk li dar ketibû, piranîya wan sîvîl 150 kes hatibûn kuştin û 400 kesên din jî birîndar bûbûn.

XS
SM
MD
LG