Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peqînek li Başûra Tirkiyê


Peqînek li Başûra Tirkiyê

Peqîna ku li nêzîkî polîsxaneka nîvleşkerî li başûra Tirkiyê kesek hat kuştin û du yên din brîndar bûn.

Cêgirê Fermandarî Recep Yuksel got, vekolîn li ser wê teqînê tê kirin. Wî got teqîn li bajêrokê Goynuk qewmî, dûrî deverên geştyaran.

Peqîna îro heftiyekê piştî peqîna otombîleka bombekirî li Ankara ya paytexr qewmî, ku 3 kes kuştin û pitir ji 30 kesên din brîndar kirin.

Milîtanên Kurd berpirsyarya wê peqînê girte ser xwe.

Boyera vê dawiyê qemî li demê ku oprasyonên leşkerê Tirkiyê li dijî serhildayên Kurd û bombebaran kirina bingehên wan li bakûra Îraqê tên kirin, û li demê ku Partîya Aşitî û Demokrasîyê BDP boykotkirina çûna parlamentoyê bidawî anî, di bizavekê de bo aştîyê li welatî.

XS
SM
MD
LG