Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peqînên Rexê Rêkê li Sûrîyê 14 Kes Kuştin


Peqînên Rexê Rêkê li Sûrîyê 14 Kes Kuştin

Ragehandina dewleta Sûrî û bizavkar dibêjin di encama teqîna bombek rexê rêkê de li bakûra-rojava ya welatê layê herî kêm 14 kes hatin kuştin.

Ajansa dengubasên SANA dibêje hijmarek teqînan roja Şembiyê li parêzgeha Idlîb otombêlek hilgirê zîndaniyan kirin aramanc. Di nav wê êrîşê de 26 kes jî birîndar bûn , di nav de hijmarek hêzên parastinê ku ew girtî vediguhestin.

SANA terorîstên çekdar li hember wê êrîşê tometbar kir. Çi aliyekê demudest xwe wek berpirsyarê êrîşê nedaye nasandin.

Li demekê de tundûtîjî li Sûrîyê berdewam e, endamên opozisyona Sûrî fişarî tînin ku Komkara Ereb daxwaza xwetêkel kirina Neteweyên Yêkgirtî di rewşa Sûrîyê de bike.

Hejî hotinê ye, wezîrên Komkara Ereb roja Yêkşem li Misrê kom dibin ku li ser paşeroja erkê zêrevanên Ereb li Sûrîye danustanê biken ku gelek gazinde jê tê kirin.

XS
SM
MD
LG