Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Perseverance ya NASA Piştî Heft Mehan Dadikeve Marsê


Perseverance ya ji alîyê NASA ve hatibû çêkirin û di 30’ê Tîrmeha 2020’an de ber bi Marsê ve hatibû şandin, rêwîtîya xwe ya 7 mehan temam kir.

Ew navgîn li rûyê Marsê daket Kratera Jezero ya bi kevir û zinar.

Pisporên ser Marsê dixebitin dibêjin ku li wê kraterê goleke mezin heye û wê dişibînin Gola Thaoe ya 500 kîlometrekareyî ku demekê di navbera California û Nevada de hebû.

Perseverance, ku di saetê de bi 19,200 kîlometre lez ket atmosfera Marsê, bo xwe ji asteng û metirsîyên li wir biparêze li ser şeş tekeran, daketineke serketî kir.

Pisporên NASA dibêjin ku Perseverance ji nav karên Amerîka bo Marsê dike, yê herî xurt e.

Amerîka cara pêşî bo kişfê navgîna bi navê Marina şandibû ber Marsê.

XS
SM
MD
LG