Serokomarê berê yê Peru Alan Garcia piştî polîs bo girtina wî ketin mala wî xwe bi çekekê kuşt.
Rêberê Partîya Yekîtîya Şoreşa Gel ya Amerîkî (APRA) Alan Garcia li nexweşxaneyê jîyana xwe ji dest da.
Garcia li welatê xwe bi perexwarinê dihat tawanbar kirin û bo wî biryara girtinê hatibû dayîn.
Wî ser îdiayên ser perexwarinê red kiribûn û gotibû ku dijî wî ‘’zordestîya sîyasî’’ hatiye ragihandin.
Wezîrê Navxweyî yê Peru Carlos Moran, dîyar kir ku Garcia ji polîsan xwestiye ku bo axaftineke di telefonê de destûrê bidin û piştî derî li ser xwe girtiye dengê teqînê hatiye.
Polîs dîyar dikin ku Garcia li ser kursîyekî bi awayekî birîndar rûniştî bûye.