Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sezaî Temellî: Li Efrînê Zeytûnan, li Girêsipî jî Geniman Dizîn


Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Sezaî Temellî jî li navça Vanê li Ercîşê di civîna gel de axifî.

Wî operasyonên Tirkiye yên li ser bakûrê Sûrîye bibîr xist.

"Li Efrînê zeytûnan, li Girêsipî geniman dizîn. Armanca wan nîfaq e, siyaseta wan jibo têkbirina aşitîyê ye. Jiber ku siyaseta wan têk çû jibo divê aşitî jî nemîne. Êrîşê îrada gel dikin, bi rejîma qayûman xwe li ser lingan dihêlin. Dibên qey bi dijminatîya Kurdan wê desthilatiya xwe bidomînin. Ev ne sîyaset e, ev dijminatîya gel e!" got Sezî Temellî.

Hevseroka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Buldan li bajarê Êlihê (Batman) bi şaredarên jin yên HDPê re kom bû.

Bûldan destnîşan kir hikumeta AKP dixwaze hemî pirsgirêkan bi rêya pevçûnan çareser bike.

"Serokomar dibêje jibo ku ew hatin vexwendin artêşa Tirkiye leşkeran hinartiye Sûrîye û Lîbyayê. Em dizanin çûndina wan jibo ruxandina herêma aram û aşitîyê bû. Ne gelên li wan welatan ji çûndina we dilxweş e ne jî gelên Tirkiyeyê. Jiber ku çûndina we dibe kaos û kriz li serê gelan dibare" got Pervîn Bûldan.

XS
SM
MD
LG