Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AFP: Hêzên Pêşmerge Berî Operasyona Mûsilê Deverên Nû ji DAIŞ'ê Standin


Hêzên Kurdên Îraqê îro Duşemê dawî li operasyona du rojan ya hember DAIŞ'ê anî ku di encamê de jimareke gundên nêzîkî Mûsilê hatin rizgar kirin.

Hêzên pêşmerge roja Şemîyê dest bi êrîşên dijî DAIŞ'ê kir û gundên li Deşta Nînova ya navbera Hewlêr û Mûsilê ji destê gruba tundrê derxistin.

Fermandarîya hêzên pêşmerge bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku 10 gund hatin rizgar kirin û devereke bi firehîya 150 kilometrekare ji destê DAIŞ'ê hate derxistin.

Daxuyanî da zanîn ku di operasyonê de 130 endamên DAIŞ'ê hatin kuştin, lê tu agahî li ser hindahîyên pêşgergeyan neda.

Karbidestekî Kurd ku nexwest navê xwe eşkere bike ji AFP re got ku herî kêm 7 pêşmerge jîyana xwe ji dest dan.

Di operasyonê de kameravanekî Kurdistan TV jî hate kuştin, dema roketeke DAIŞ'ê li konvoya pêşmergeyan xist.

XS
SM
MD
LG