Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Amerîka Dê Nêzîkî 415 Mîlyon Dolaran Bide Pêşmerge


Hêzên Pêşmergên Herêma Kurdistanê

Rêvebirîya Serok Obama biryar daye ku di çarçoveya xurtkirina şerê dijî DAIŞê de alîkariya hêzên pêşmergeyan bike, ku di şerê li dijî wê rêxistina tundrê de rolekê giring dibînin.

Ajansa Reuters îro Duşemê ragihand ku wezareta berevaniya Amerîka biryar daye nêzîkî 415 mîlyon dolaran wek alîkarî bide hêzên pêşmergeyan. Ev alîkarî di wî çaxî de tê ku, hikûmeta herêma Kurdistanê rûbirûyê krîzeka aborî ya dijwar e.

Biryara Pentagonê ligel serdana Wezîrê Berevanî yê Amerîka, Ashton Carter, hevdem e ku bo hevdîtinan li Îraqê ye.

XS
SM
MD
LG