Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka 2 Lîwayên Pêşmergan Pirçek Dike


Nûçegihanê Dengê Amerîka pişka Kurdî, ji bajarê Kerkuk ragihand ku, pisporên Amerîkî dê 2 lîwayên Pêşmergan pirçek bikin û li gur perwerdeya leşkerê Amerîkî dê bihên rahênan kirin.

Kemal Kerkukî Fermandarê Hêzên Pêşmergên Herêma Kurditanê li rojavayê Kerkukê jibo dengê Amerîka daye zanîn ku, hêzên Pêşmergan hevpeymanên Amerîkane di şerê li dij Daişê de, lewan dê Amerîka piştevaniya wan bike.

Herwiha Aras Abdulqadir Fermandarê Lîwa 9an ya Hêzên Pêşmergan li başûrê Kerkukê gote Dengê Amerîka" Ew 2 Liwa dê li gur şert û mercên perwerdeya leşkerê Amerîkî bên rahênan kirin".

Weke fermandarên hêzên Pêşmergên herêma Kurdistanê dibêjin, ev çend carin ew daxwazê ji hikûmeta navendî li Bexda dikin daku mehane û çekê baş bidin pêşmergan da ku, bikarin baştir şerê Daişê bikin, lê heta niha bersiva daxwazê bi şêweke erênî ji aliyê Bexda de nehatiye dan.

Dirêjiya raporê di fayla deng de ye, li jêr guhdarî bike.

Pirçek kirina Hêzên Pêşmergey
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:45 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG