Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêşmerge Dest bi Xendek Kolanê Dikin


Li Herêmên binakok hêzên pêşmergên herêma Kurdistanê car din dest bi kolana xendekan kirin piştî ji sedema kirîza aburî ji aliyê wezareta peşmergan de hatbûn rawestandin.

Lîwa Abdurahamn Muslih fermandarê Lîwa Pêşmergan li parêzgeha Selahedîn (Tikrît) gote Dengê Amerîka "Pêşmergan niha dest bi kolana xendekan kiriye û ew di berdewamin liser vî karî li herêmên binakok".

Li gur pêzanînên Dengê Amerîka ev sê rojin li herêmên Kurdan yên girêdayî parêzgeha Selahedîn dest bi kolana xendekan hatiye kirin, di heman demê de hêzên Heşda Şaabî jî, li wê herêman hene.

Mohamed Fayîq berpirsê ragihandina Qaymeqamiya Xurmato gote Dengê Amerîka "Pêşmergeyan li wan herêman, yên heta niha xendek lê hatine kolan, hêzên Heşda Şaabî nînin, lê dibe dema di gehin başûrê Xurmato ku, Heşda Şaabî li wir hene pirsgirêk peyda bibin".

Berî niha Pêşmergên herêma Kurdistanê li hind herêman xendek kola bûn. Ev bibû sedema nerazîbûna hikûmeta Îraqê, bi taybet aliyên Şîa di gotin, mebest ji xendek kolanê diyarkirina sinorên Herêma Kurdistanê ye, lê Kurdan bersiv da bû û ji wan re dabû diyakirin ku ew dixwazin sengerên xwe bihêz bikin û rê liber êrîşên DAIŞê bigirin.

Dilşad Enwer - Kerkuk
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:13 0:00

XS
SM
MD
LG