Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heşda Şaabî û Pêşmerge Bo Girtina Hewêce Lihev Nakin


Hêzên Pêşmergên Herêma Kurdistanê û Heşda Şaabî derheqa êrîşkirina ser Hewêce û derxistina wê ji destên DAIŞê, heta niha lihev nekirine, herçende hemû amadekarî jibo êrîşê hatine kirin.

Kemal Kerkukî fermandarê enîya rojavayê Kerkukê yê hêzên Pêşmergên Kurdistan, ji Dengê Amerîka re got "Hêzên Heşda Şaabê dixwazin ji herêmên Pêşmergan êrîşî Hewêce bikin, di wî çaxî de ku, Pêşmergan hemû amadekarî kirine û pêwîstî bi Heşda Şaabî nine" Weke Kerkukî dibêje.

Hêzên Pêşmergan li rojava û başûrê Kerkukê qeza Hewêce dorpêç kirîye, Heşda Şaabî hebûna wê bitenê li nahîya Taze heye li başûrê Kerkuk wek din hebûna wê li herêmê tu neye, lê ew dixwazin bi mebesta girtina Hewêce hêzên xwe li dewroberên Kerkuk kom bikin, Pêşmerge jî bi vê yekê razî nînin.

Dengê Amerîka têkilî bi Alî Husênî gotebêjê Heşda Şaabî re danîn, lê amade nebû daxuyaniyekê derheqa vê pirsê bide Dengê Amerîka.

Ji aliyê xwe de fermandar Westa Resoul fermandarê hêzên Pêşmergên Kurdistan li eniya başûrê kerkuk got"Bo girtina qeza Hewêce, hevkariya wan bi hêzên ewlekarî û leşkerê Îraqî heye, eger Heşda Şaabî bixwaze beşdar bibe bila ji aliyê çiyayê Hemrîn ber bi Hewêce herin, jiber ku ew herêm li jêr kontrola wan de ye, weke fermandar Westa Resoul dibêje.

Tirsa Pêşmergên Kurdistanê heye ku, bi behaneya girtina Hewêce Heşda Şaabî hêzên xwe li başûr û rojavayê Kerkuk topî serhev bike û bîrên petrol li wê herêmêne bixe jêr kontrola xwe.

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:44 0:00

XS
SM
MD
LG