Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Emîd Serbaz: Amadekariyên Rizgarkirina Talaafer Hene Û Çekdarên DAIŞ ji Sûriyê Tên Mûsil


Emîd Serbaz Heme Emîn

Hêzên leşkerê Îraqê û hêzên Pêşmergên Herêma Kurdistanê nêzîkî bajarê Mûsil dibin, di heman demê de amadekariyên rizgarkirina bajarokê Talaafer tê kirin ji aliyê Heşa Şaabî, çekdarên DAIşê jî, bi her awayî şerê xwe didomînin.

Emîd Serbaz Heme Emîn, fermandarê fewca 2 ya lîwa 8an ya wezareta Pêşmergên Herêma Kurdistanê, gote Dengê Amerîka, hêzên Heşda Şaabî amadekariyan dikin da ku êrîşî Talaaferê bikin, Tirkiye jî, ji nêzîk rewşa Talaafer dişopîne, bajarê ku ji pêkhateyên cûda yên, Turkman, Ereb û Kurdan pêk tê, bi taybet Turkmanên Şîi Û yên Sinî.

Fermandar Serbaz Heme Emîn di hevpeyîna li gel dengê Amerîka da zanîn ku, çekdarên DAIŞ ji Sûriyê qesta dewrûberên bajarê Mûsil dikin, ew bo piştevanî û liberxwedana li bajarê Mûsil xwe di gehînin herêmê, lê hêzên Kurdan û yên Îraqî di şerên çend rojan de serkeftin bidest xistine û çekdarên DAIŞê şkestin xwarin e weke fermandar Serbaz dibêje.

Fermandarê fewca 2 ya hêzên Pêşmergan Serbaz dîsan dibêje Heşda Şaabî dixwaze Talaafer û Baaj bigire, da ku hemû riyên hatin û çûna çekdarên DAIŞê di navbera Îraq û Sûriyê de bigir in.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:00 0:00

XS
SM
MD
LG