Kremlînê îro Sêşemê îdayên Kîev, Washington û welatên Rojava red kir ku artêşa Rûsya di êrîşên ser Ukrayna de, dronên Îranê bi dixebitîne.
Berdevikê Kremlînê Dmitriy Peskov îro dîyar kir ku "ti agahî" ya wan tune ye ku hêzên Rûsî dronên Îranê li Ukrayna bikar tînin.
Peskov li ser pirsa rojnamevanekî - gelo Rûsya dronên Îranê bi kar tine- bersîv da.
"Na, li ser vê yekê agahdariya me tuneye. "
Wî bi berdewamî da zanîn ku di êrîşên ser Ukrayna de, teknolojîya Rûsya tê bikar anîn.
Karbidestên Ukraynî û îstixbaratên Rojavay dibêjin ku Rûsya dronên Îranê yên bi navê Şahid bi kar tine, jiber ku ew dron bi mebest bi armancên xwe ve diteqin.