Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peskov: Tevî Bertekên Tirkîyê, Kongreya Soçî ya Ser Sûrîyê Wê li Dar Keve


Berdevkê Kremlînê Dmitri Peskov îro Pêncşemê da zanîn ku bertekên Tirkîyê yên dijî komên Kurd, ewê rê li ber lidarketina kongreya bo çareserkirina kêşeya Sûrîyê negire.

Rûsya, bo çareserîya kêşeya Sûrîyê hewil dide ku nûnerên hikûmetê yên opozîsyonê bîne ba hevdu.

Peskov li Soçî dîyar kir ku ew dizanin ku bo ewlekarîya neteweyî hin fikarên Tirkîyê jiber hin komên çekdar hene, lê ewê karê xwe bikin.

‘’Di rojên pêş de ewê pisporên vî karî jibo lîsteya beşdaran û lihevkirinekê çêbikin, bi awayekî çalak dê bixebitin’’ Peskov got.

Peskov dîyar kir ku kongre dê ‘’di demeke nêz de’’ li dar keve, lê dîrok eşkere nekir.

Serokê Rûsya Vladimir Putin, Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, bo çareserîya siyasî ya kêşeya Sûrîyê do Çarşemê li Soçî kom bûbûn.

Piştî hilcivînê, bi daxuyanîyekê hat ragihandin ku ewê ser Sûrîyê kongreyeke bi beşdarbûneke berfireh were li dar xistin.

Hevserokê Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen di hevpeyvîneke taybet de ji Dengê Amerîka re ragihandibû ku ew ji alîyê Rûsya ve bo kongreye hatine vexwendin.

Tirkîye, PYD û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wek baskên Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) dibîne û wan rêxistinên terorîst dihesibîne.

XS
SM
MD
LG