Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Şerê Dijî DAIŞê de 1614 Pêşmerge Jîyana Xwe ji Dest Dane


Berdevkê Wezareta Pêşmergeyan ya Herêma Kurdistana Îraqê Hilgurd Hîkmet ji AFP re got ku ji Hezîrana 2014’an vir ve, ku hîngê DAIŞê herêmên berfireh yên Îraqê xistibû bin kontrola xwe, 1600 pêşmerge jîyana xwe ji dest dane.

Sekterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Cabar Yawer jî ew hejmar piştrast kir ku di serdema du sal û nîvan de, ewqas hindabûn di şerê dijî DAIŞê de çebûne.

“Ji Hezîrana 2014’an heta 30’ê Mijdara 2016an, bi giştî 1,614 şehîdên me hene û 9,515 pêşmerge jî birîndar in," Yawer ji AFP re got.

XS
SM
MD
LG