Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnerê Pêşverû: Kurd jibo Beşdarîya Konferansa Cenevre Name Şandin Rûsya


Nûnerê Partîya Demokrata Pêşverû Behzat Brahîm dibêje, wan roja Çarşemê piştî hin danûstandinan 2 name jibo beşdarîya Konferansa Cenevre şandine.

Behzat Brahîm xuya kir ku yek ji Wezîrê Derve yê Rûsî Sergey Lavrov re, ya din jî, ji karbidestên hikûmeta Amerîkî re hate şandin.

Di civînên opozîsyona Sûrîyê ku ji 23’ê Gulanê vir ve li Stenbolê berdewam dikin hîn negiheştine encamekê ku li ser xalên hevbeş lihev bikin.

Ew nezelalîya heyî dibe sedem ku opozîsyon beşdarî li Konferansa Cenevre bike yan ne.

Kurd jî ji vê rewşa heyî bandorên neyênî dibînin. Jiber ku nûnertîya Kurdên Sûrîyê li nav opozîsyonê nayê kirin, hin partîyên Kurd jî biryar dan ku bi serê xwe beşdarî opozîsyonê bibin.

Behzat Brahîm helwesta opozîyona Sûrî bi tundî rexne dike û dibêje, ew di kêşeya Kurdî de ji Beşar Esed xirabtir in.

“Ew nehêlan ku sê partîyên Kurd (El Partî û her du baskên Azadî) bibin endamên opozîsyonê jiber ku helwesteke nebaş ji daxwazên gelê Kurd re nîşan didin,” Brahîm got.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:05 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG