Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Buhayê Petrolê li Amerîka Cara Pêşî Ket Bin Sifirê


Buhayê petrolê li Amerîka cara pêşî ket bin sifirê.

Jiber belavbûna vîrusa korona gelek kompanîyan karên xwe rawestandibûn û pêdivîya bo enerjîyê kêm bûbû.

Warîla petrola xam ya Brent, ku wek standarta navneteweyî tê qebûl kirin, do Duşemê heta 26 dolaran daketibû.

Petrola Teksasa Rojava jî do Duşemê bûbû 9 dolar.

Buhayê petrolê heta 1,5 dolar daket û dûre nirxê wê di dawîya rojê de negatîf bû.

XS
SM
MD
LG