Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şer û Pevçûnên li Paytaxta Sûrî Dodomin


Şer û pevçûn navbera serhildayan û hêzên hikûmeta Sûrîyê roja Pêncşemê li paytextê berdewam bûn, rojekê piştî teqîna ku wezîrê berevanîyê û 2 karbidestên din li dema kombûneke bilind kuştibûn.

Serhildayan berpirsîya teqîna Çarşemê xistin stûyê xwe û gotin, ev yek nîşana destpêka dawîya rejîma Serok Beşar El Esed e.

Bi alîyekî din ve, Serokwezîrê Brîtanî David Cameron bang li Civata Ewlekarîyê ya N.Y. dike ku nameyên zelal û dijwar derbarê toleyên dijî Sûrîyê bişîne. Birêz Cameron her wiha got ku dem hatîye ku Esed desthilatê berde.

Li ber e, Civata Ewlekarîyê roja Pêncşemê li ser bernivîsekê deng bide ku ji alîyê Rojava de tê piştgirtin da cezayan li ser hikûmeta Esed ferz deyîne. Lê, Rûsyayê soz daye ku vê bizavê veto bike.

Sekretêrê Giştî yê N.Y. Ban Ki-moon jî bang li Civatê dike berpirsîya xwe qebûl bike û karekî bi bandor bike. Ew dibêje ku gelê Sûrîyê bo demeke dirêj xem kişandîye.

Bi alîyekî din ve, ajansa Reuters ya nûçeyan radigihîne ku General Robert Mood roja Pêncşemê ji otela xwe li Şamê derketîye û berê xwe daye Cenevreyê, piştî ku karê tîma çavdêrîyê ya N.Y. li Sûrîyê bidawî bû.

Karê tîma çavdêrîyê roja Înê bi awayekî fermî bidawî dibe, lê Civata Ewlekarîyê ya N.Y. dê Pêncşemê biryarê bide ka karê tîmê li Sûrîyê dirêjtir bike yan na.
XS
SM
MD
LG