Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavdêrên NY jibo Şopandina Agirbestê li Sûrîyê ne


Çavdêrên Neteweyên Yekbûyî

Şandeyeke Neteweyên Yekbûyî ku ji şeş çavdêran pêk tê, wê dest bi şopandina agirbestê bike, li vê demê ku bizavkar dibêjin, hêzên hikûmetê berdewam taxên bajarê Humsê topbaran dikin.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (The Syrian Observatory for Human Rights) ya bingeh li London’ê roja Duşemê ragihand ku hêzên ewlekarîyê 2 kes li Hama’yê kuştin dema wan teqe li otomobîlek kir.

Pevçûn li deverên din yên Sûrîyê jî dom kirin, çend demjimêr piştî ku şandeyeke Neteweyên Yekbûyî ya bi pêşengîya Ahmed Himmiche yê Mexrîbî (Fasî) geheşt paytaxt Şam.

Ahmed Fewzî, berdevkê nûnerê taybet yê navnetewî Kofi Annan got, li ber e 25 çavdêrên din di nav çend rojan de bigehjin Sûrîyê. Fewzî her wiha got, jibo pêkanîna şandeyeke mezintir ya 250 kesî, divê pirtir danûstandin di navbera NY û hikûmeta Sûrî de bêne kirin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon roja Duşemê got, berpirsîya hikûmeta Sûrî heye ku azadîya çavdêran misoger bike ku bikanibin şer rawestandinê bişopînin.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, herî kêm 9.000 kes ji destpêbûna serhildana dijî Beşar Esed vir ve, li Sûrîyê hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG