Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pevçûnên Nû li Çînê: Xwenîşandarekî Tîbetî Hate Kuştin


Tîbetîyên sirgûnkirî qûrbanîyên xwe bibîr tînin

Grubeke Tîbetî dibêje, di encama êrîşa hêzên ewlekarîyê yên Çînî de 1 kes hate kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Rêxistina Kempeyna Navnetewî ya jibo Tîbetê (The International Campaign for Tibet) dibêje, hêzên ewlekarîyê yên Çînî, li eyaleta Sichuan ya başûrê rojava gule barandin ser xwenîşandêrên ku bi eslê xwe Tîbetî ne.

Rêxistina Kempeyna Navnetewî ya jibo Tîbetê dide zanîn ku bûyer di wê demê de qewimî ku xwenîşandêran hewil dida ku desteserkirina xortekî rawestînin ku posterên Tîbetî belav dikir.

Dîdevan dibêjin, hêzên ewlekarîyê di êrîşên Duşem û Sêşemê de herî kêm 6 kes li Sichuan kuştine ku gelek Tîbetîyên etnîk li wê derê dijîn.

XS
SM
MD
LG