Li gor pirsnameyeke nû ya Pew Research Center, îmaja Amerîka di bin rêvebirîya Serok Donald Trump de, li seranser cîhanê bi awayekî berbiçav xirabtir bûye.
Reuters dide zanîn ku piranîyeke mezin ya beşdarên anketê dîyar kiriye ku bawerîya wan bi kanîna Trump ya rêvebirinê tuneye.
Di pirsnameya ku li 37 dewletên cîhanê hatiye kirin de rêjeya hezkirina ji Amerîka re, ji 64 ji sedê ya asta dawîya seroktîya Barack Obama hatiye xwarê û ketiye 49 ji sedê.
Li Meksîka tenê 30 ji sedê beşdarvanan dibêjin ku nerîneke wan ya erênî li ser Amerîka heye ku ew rêje di serdema Obama de 66 ji sedê bûye.
Li Kanada û Almanya jî hezkirina ji Amerîka re heye, 22 ji sedê hindiktir bûye û li Kanada 43 ji sedê û li Almanya jî 35 ji sedê ye.
Pirsname di navbera 16'ê Şubatê û 8'ê Gulanê de bi 40,447 kesan hatiye kirin û tenê 22 ji sedê beşdaran nîşan daye ku bawerîya wan bi Trump heye ku di sîyaseta derve de gavên rast bavêje.
Dewletên ku herî nizim bawerî bi Trump tînin, bi 5 ji sedê Meksîka û bi 7 ji sedê Îspanya ne.
Tenê li di welatan piştgirî li gor serdema Obama zêde bûye ku ew jî Rûsya û Îsraîl in. Li Rûsya piştgirî ji 11 ji sedê giheştiye 53 ji sedan û li Îsraîlê jî ji 7 ji sedê giheştiye 56 ji sedê.