Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Robîn Çoban: Peykersazî Peywendîya Mirovan bi Jîyanê re Xurtir Dike


Robîn Çoban
Robîn Çoban

Peykersazê Kurd Robîn Çoban bi peykerên xwe yên hunerî, balê dikşîne ser êş û azarên mirovan.

Dema mirov li berhemên wî dinêre, yekser dijwarîya jîyanê tê ber çavan û pirsên ser hebûn û wekhevîya jîyanê tên pirsîn.

Robîn dibêje ku hunera wî ne tenê jibo ciwanîyê ye, lê ew huner yan berhem dikare pirsan ji kesê temaşevan re çêbike û li ber her hûrbînîyekê di wê berhemê de raweste.

Robîn Çoban di sala 1997’an li bajarê Amed ji dayika xwe bûye.

Di sala 2016’an de de derbazî zanîngeha Mimar Sînan ya hunera ciwan li Stenbolê bû û di sala 2022’an de wî bi serketî bi dawî kir.

Li nav Zanîngehê beşdarî pêşangehên hevbeş bû û her wisa jî xelat wergirtine wek:

Xelata Turgut Pura di sala 2019’an de

Xelat Ulus Lion Clubb di sala 2019’an de.

Xelata New Discoveries in Sculpture di sala 2022’an de.

Peykerên wî bi piranî li ser şêwaza Dîbistana Derbirînî yan Almanî a nû ava dibe, jiber ku li gor Robîn, ew nêzîkî hestên wî ne.

Wek hunermendekî Kurd, Robîn dixwaze bi berhemên xwe çîroka êş û zorîya jîyana Kurdan bide ber çavan.

Deng û Reng-Robîn Şêxmûs Çoban-6-27-2022-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:07 0:00

XS
SM
MD
LG