Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya, Brîtanya û Fransa Ser Peymana Navokî Bang li Îranê Dikin


Rêberên Brîtanya, Fransa û Almanya bi daxuyanîyeke hevbeş bang li Îranê kirin ku li gor peymana navokî tevbigere.

Di daxuyanîyê de ji Îranê hat xwestin ku dûrî tûndûtûjîyê bisekine.

‘’Em li bang Îranê dikin ku hemî tedbîrên dijî peymanê betal bike û vegere hevkarîyeke tam’’ di daxuyanîyê de hat gotin.

Serokên her sê dewletan dan zanîn ku ew bo çêkirina îstiqrara herêmê hazir in ku bi Îranê re bixebitin.

Amerîka di sala 2018’an de ji peymana navokî vekişîbû û girjîya li herêmê jinûve gur bûbû.

Piştî Washington ji peymanê vekişîbû toleyên dijî Tehranê jinûve destpê kiribû.

Tehran ji welatên rojava dixwaze ku bo betalkirina toleyan pirtir bixebitin, lê Serok Donald Trump dide zanîn ku ewê toleyan tundtir bikin.

XS
SM
MD
LG