Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peymana Veguhastina Sîvîlan Cîh Nehat, Şerên Giran li Helebê Didomin


Peymana ku jibo sîvîl û serhildayên li rojhilata Helebê, ji cîhê ku lê asê mane derkevin hatibû danîn têk çû û tê ragihandin ku li hindurê Helebê şerekî giran diqewime.

Do Sêşemê jibo veguhastina mirovên li herêma alozîyê, agirbestek hatibû ragihandin û piştre otobus çûbûn ku wan kesan ji bajêr derxin.

Dîdevan radigihînin ku îro Çarşemê pevçûnan jinûve destpê kirin. Bizavkarên Sûrî dîyar dikin ku firokên cengê êrîşan dibin ser deverên bin kontrola serhildayan.

Jêderên xwecîhî got ku ku sedema şikestina peymana ku di navber Rûsya û Tirkîyê de hatibû danîn, helwesta hikûmeta Sûrîyê ye jiber ku ew tenê leşkerên xwe yên birîndar û sîvîlên alîgirên wê ji deverên bin kontrola serhildayan derdixe.

Rojhilata Helebê di sala 2012’an de ketibû destê serhildayan. Jiber êrîşên giran yên artêşa Sûrî û Hêzên ezmanî yên Rûsî, herêma di dest wan de, di van çend mehên vê dawîyê de roj bi roj biçûktir bûbû.

Hêzên hikûmetê ew çend roj in li herêma serhildayan pir pêş de çûn û serhilda xistin xelekeke teng.

XS
SM
MD
LG