Lînkên eksesibilîtî

Sûrîye Peymana Îqlimê ya Parîsê Îmza Dike


Delegasyona Sûrîyê ya li Konferansa Îqlimê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku dê Peymana Îqlimê ya Parîsê îmza bikin.

Delegasyonê da zanîn ku jiber şerê navxweyî ya li Sûrîyê heta niha bo îmzakirina peymanê ti fersend çênebûye.

Bi vî awayî, ji nav welatên NY’ê tene Amerîka piştgirîyê nade Peymana Îqlimê ya Parîsê.

Nêzî 200 welat di Berfanbara 2015’an de Peymana Îqlimê ya Parîsê îmza kiribû û herî dawî Nîkaragua ragihandibû ku dê peymanê bipejirîne.

Serokê Amerîka Donald Trump di meha Hezîranê de dabû zanîn ku dê ji peymanê vekişin. Lê, tevî helwesta Trump ya bo vekişînê jî, Amerîka herî zû dikare di 2020’an de ji peymanê bi awayekî fermî derkeve.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG