Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakîstan: Biryara Amerîka dê Zararê Bide Peywendîyên Me


Karbidestekî payabilind ya Pakîstanê dîyar kir ku biryara Amerîka ya ser rawestandina alîkarîya bo Îslamabadê dê zararê bide peywendîyên her du dewletan.

Serokê Komîsyona Peywendîyên Derve ya Meclîsa Pakîstanê Nuzhet Sadık da zanîn ku bê alîkarîya Amerîka jî welatê wan dikare debara xwe bike. Sadık bi bîr bist xist ku wan di sala 90’î de ew pêk anîye.

‘’Dîsa jî em dixwazin peywendîyên me yên bi Amerîka re baş bin. Biryara Amerîka dê zararê bide polîtîkîya têkoşîna dijî terorê û îstiqrara herêmê’’ Sadık got.

Serokê Amerîka Donald Trump, Pakîstanê bi hewandina terorîstan tawanbar dikin.

Wezareta Derve ya Amerîka ragihandibû ku wan alîkarîya bi qasî 900 mîlyon dolar rawestandîye.

XS
SM
MD
LG